Zimanê Kurdî

Hevpeyvîna Kurdprêss'ê bi Elî Paksêrêşt(Makûyî) re

Werger ji Farisî: Ronahiya Dil / Mamosteyê zimanê kurdî di hevpeyvîna tev Kurdprêss'ê dibêje: Herêma Kurdistana Iraqê kurmancî daniye kenar / Cihê perwerdeya kurmancî di zinîngehên Îranê de vala ye.

Elî Paksêrêşt mamoste û hîndekarê zimanê kurdî  û zimanê firansî ji bo kenar dayîna kurmancî rexne li Herêma Kurdistana Iraqê kir û dibêje: Cihê perwerdeya kurmancî di zanîngehên Îranê de vala ye.

Kurdprêss:  Hûn çawa ketin qada wergera zimanê kurdî?

Silav li xizmeta we û xwînerên Ajansa Kurdprês'ê. Ez Elî Paksêrêşt im li Makûyê. Çend sal mamosteyê zimanê firansî di zanîngeha Elamê Tebatebayî û demekî jî wergerê hevdem û pêşkêşvanê televîzyona firansî ya SAHAR bûm. Aniha jî di beşa kurmancî ya televîzyona SAHAR'a KURDÎ wekî werger û pêşkêşvan erka xwe pêk tînim. Min di qada peywendîdar bi kurdî re bi taybet ziman zêdetirî ji 20 pirtûk wergerandiye. Ez ji sala 1386'ê hetawî ji heta niha di civaka kurdên niştecih li Tehranê de perwerdeya zimanê kurdiya kurmancî dikim.

 

Kurdprês: we di çi warî de xwendiye û çawa ketin hizira perwerdeya zimanê kurdî?

Biştî salan perwerdeya zimanê firansî û îngilîzî ez balder bûm ku valahiyeke mezin di vê qadê de heye. Kurmancî di berhevdudanî bi şaxên din yên kurdî re him xwediyê  berhemên nivîskî yên kevnarê  zêde û piraniya nivîsan e. Nivîskarên wekî Mihemed Ûzûn, Hesenê Metê, Firat Cewherî, Erebê Şemo, Şêxmûs Daxtekîn, Egîdê Xwido, Helîm Yûsiv, Jan dost, Ehmedê Xanî, Melayê Zizîrî, Cefer Qûliyê Zengelî, Feqiyê Teyran û sedan nivîskarên din berhemên dewlwmend bi wê  şaxa zimanê kurdî nivîsîne. Heyf e ku him Kurd him xeynî Kurd ji van beheman bê par bimînin. Me bo behregirtin ji berhemên Rojavayî dest bi perwerdeya zimanê îngilîzî, firansî û HWD kiriye ku kerekî pir dewlemend e. Heyf e em  bi hîn nebûna kurmancî û wergera roman û helbesta wê him xwe him jî civaka farisî-xwîner ji van berheman bê par bikin. Di wî warî de hewdidim pêngaveka her çend biçûk bavêjim.

 

Kurdprês'ê: Hûn di kîjan zaraveyên zimanê kurdî de xebat dikin, nasîna we bi zaraveyên din yên kurdî re heye, gelo dikarin di zaraveyên din de jî perwerdehiyê bikin?

Ez soranî jî wekî kurmancî di nivîsîn, xwendin û guhdarî kirinê de têdigihêjim lê bi zarave diaxivim lewma nikarin perwerdeya wê bikim.

Kurdprês: Zaraveya kurmancî ji çend zarave û bin zarave pêk hatiye û navçeyên zarave axivê  wê li ku ye?

Kurdiya kurmancî ji bilî rabûn û ketinên zêde xweşbextane pêkhateya rêzimaniya wê di tewyê navçeyan di yek e û tenê Ii navçeyên sînoriyê herêma kurdistana Iraqê bi navçeyên kurdniştecihê Tirkyeyê re di şexsa sêyem a kesane û sêyem şexsa komiya lêkeran di dema xwerû de kêmek newekhevî heye. Lê kurdek li Xorasanê dikare bi awayekî hêsane peywendiyê bi kurdekî ji Makûyê, Xoyê, Selmastê, Urmiyeyê, an Suryeyê an Tirkyeyê û Iraqê  û an Qefqaz girêde. Gotinên wekî badînanî an Şikakî an Celalî ku  carnan bi şaşî  cihê kurdiya kurmancî tê zanîn ji nave navçe û qebileyan tê ku bi kurmancî diaxivin.

 

Kurdprês: Di navbera zaraveya kurmancî û zaraveyên di ji hêla pêkhateya zimanî çi qasî wekhevî heye?

Ez li ser vê baverê me ku kurdî ji xwe dabeşî çend zimanan bûye. Babeta zimanê kurdî sernavek giştî ye. Ziman pêşketî ye û di guhertinên demkî û hevdemî guhertinên sirûştî bi xwe digire.

Kurdiya kurmancî, kurdiya soranî, kurdiya kelhorî, kurdiya fîlî, kurdiya lekî, kurdiya zazakî an dimilkî, kurdiya hewramî navên xwe bu me re nasrav in. Li bara kurdiya kurmancî û kurdiya soranî  dive ez bêjim ji bilî hebûna peyvên hevbeş yên zêde ji du pêkhateyên rêzimanî yê pir cuda bi qasî du zimanên cuda lê ji yek bingehê ne. Em bîr nekin ku îro berhemên kurmancî û soranî bi awayekî dualî tên wergerandin û ev yek bê sebeb nine. Wekî mînak Mamoste Hejar Mem û Zîna Ehmedê Xanî wergerandiye li ser soranî. Ev du şaxeyên kurdî di cinavê kirde, hebûn an nebûna zayenda peyvê, kişandina lêkeran, hejmara demên rêzimanî, nas û nenas û nêzî hemi xalên rêzimanî cudatiya mezin a wan bi hev re heye. Niha du zimanê xweser  û hev bingeh in wekî çend zarok ji dê û bavekî hevbeş in ku her yek xwediyê kesayetekî xweser û taybet e hetta eger cêwî û pir hevbeş bin.

 

 

Kurdprês: Ji hêla qada peyvan di soranî û kurmancî de çî qasî hevbeşî tê ditinê?

Di ziman de tenê peyv girîng nînin dive pêkhateya rêzimanî yek be an nêzî hev be. Wekî mînak Sipanyoliyek  û Îtalyaniyek ku zimanê her duyan latînî ye hetta eger zimanê hev fêm nekin gelekî hêsan dikarin bi hev re peywendiya devkî û nivîskî girêdin. Cudatiyên rêzimanî ya kurmancî û soranî bi zêdebûna peyvên hevbeş kêm nabe. Erebî û farisî xeyal bikin hejmara peyvên erebî di farisî de pir in lê Farisek û Erebek zimanê hev nizanin ji ma kû hev hîn bibin  çimkî rêzimanî wan cuda ye. Ev yek li bara kurmancî û soranî ji heye bi vê cudatiyê ku her du ji yek bingehî ne lê erebî û farisî ji du şaxên cuda ne. Bi qasî ji sedî 75 peyvên îngilîzî heman peyvên firansî ne ku di dema hikûmeta sed salî ya alîgirên Firanseyê di destpêka sedsala navîn  li ser Inglîstana îroyîn ketine nav vê lê lewma  xwediyê pêkhateya rêzimanî ya cuda ne, dive axêverên her du zimanan bi awayekî dualî wan hîn bibin. Lewma tişta ku wekî zimanê yekgirtî tê nav kirin tu ware wê yî zanîstî tune ye û tenê bi ji holê rakirina zimanekî û sepandina zimanê din pêk tê karekî dirust nine. Niha wekî mînak zimanê fermiya malpera Kurdistana Iraqê, pasporta Iraqî û kifşên din yên fermî tenê bi soranî ye, ev yek hetta bi daxwazên Nasyonalîstên kurd re di dijberiyê de ye. Dive ez bêjim kurmancî zimanê prianiya kurdan bi qasî ji sedî 75 heta 80 'ê ye. Di Swîsê de çar zimanên fermî, di Afrîqaya Başûr de yazdeh zimanê fermî hene lê di Kurdistana Iraqê de bi hinceta zanistî nebanê zimanê kurmancî derkenar kirine. Dema ku hin kes wekî Rehmetî Şîrko Bêkes, Emer Dizêî, Nasir Rezazî  û HWD çend salên berê di nameyeke bi îmzeya 153 kes xwedî qelem ji hikûmeta Kurdistana Iraqê xwestin ku kurmancî derkenar bike û tenê soranî bike fermî û wisa jî bû. Wana di demekê de kurmancî derkenar kirin ku Tirkiyeyê ew derxist hole.

Kurdprês: Wisa ku em dibînin hûn kûrsa kurdiya kurmancî di nivîsgeha civaka kurdên niştecih li Tehranê li dar dixin, pêşwaziya wê çawa bû û gelo hûn razî ne?

Di heft salên bihorî de şayed bi qasî hezar kesî xwendin û nivîsandina kurmancî hîn bûne û balkêş e ku carnan hin kesên ne Kurd jî ji bo hîn bûna kurmancî serlêdan dikin û henin hinek ne Kurd ku kurmancî baş fêr bûne.

Kurdprês: Em dikarin hêvîdar bin ku di pêşerojê de Kurd bi karibin cûreyekê ji zimanê pîvankî  ji bo peywendiya baştir a çandî civakî peyda bikin, bi nêrîna we ew yek pêwîst e?

Zimanê pîvankî ji bo soranî nêzî heman zimanî ye ku aniha di Herêma Kurdistana Iraqê de berbelav e, çimkî piştewaniya wê ya perwerdeyî û ramanî heye pêşrojeka wê ya baş heye. Ev ziman  peyvên erebî jê hatiye derxistin û peyvên farisî-kurdî yên orjînal cihê wan girtiye û ev yek ji hêla zimannasiyê karekî baş e. Ji bo kurmancî aniha zimanê nivîskiya berbelav di medyayên kurmanciya Tirkyeyê de wekî zimanê pîvankî ye ku bi alfabeya latîn tê nivîsandin. Li gor guhertinên Asiya Navîn û zêdebûna xebatên medyayî bi zimanê kurmancî aniha em hêvîdar in ku ev ziman zindî bimîne, bîr nekin ku çend dehsalên berê hetta axavtina bi kurmancî di Tirkyeyê de qedexe bû ew bi vê wateyê nine ku li ser nehatiye kar kirin. Di Îranê de karekî li vî warî de pêk nehatiye û mixabin di hin navçeyên Xorasanê de Kurdên Kurmanc bi zarokên xwe re kurmancî gep nakin lê di nav Kurmancên parêzgeha Azerbaycana Rojavayî de wisa nine. Lê Kurdên Tirkyeyê û Suryeyê bi awayekî Cidî li ser ziman dixebitin. Aniha Tirkyeyê biştî çendîn dehsalan ku bi înkar kirina hebûna kurdî di çendîn zanîngehan de heta dereceya lîsansa bilind perwerdeya zimanê kurdî dike û hetta xwendevanan ji derve digire, heyf e ku ku cihê perwerdeya vî zimanî di zanîngehên Îranê de vala ye. Dema ku Seroktî zimanê kurdî ji semiyanê netewî nav dike heyf e ku ev sermiyan di xwemsarî yê de bimîne, herwisa cihê rojnameyeka seranser a kurdî ji vala ye. Vê dawiyê de Televîsyona SAHAR bûye kurdiya 24 sietî ku beşek ji vê kurmancî ye. Ev pêngavega pir gunaw e kû dive ji berpirsên têklîdar sipasî qedrzanî bê kirin.

Kurdprês : Du zaraveyên kurmancî û soranî bi awayekî fermî û bûroyî tên bikar anîn, lê zaraveyên din yên kurdî div î warî de pir feqîr in, çawa bikaribin wan zaraveyan jî bikarhatî bikin?

Tu zimanek ji zimanekî din pîroz tir nine lewma mafê sirûştî yê Kurdiya Hewramî, Kelhorî, Fîlî, Lekî, û an her şaxeyên din yên zimanê kurdî ye ku bê perwerde kirin û kimilîn be. Kurdiya zazakî an kurdiya dimilkî di Tirkyeyk de ji rewşeke baştir de ye û ev nîşan dide ku axêverên her zimanî dive bi xwe cidî bibin, çimkî kamilîn nebûna ziman di asta ewil wedigere li ser axêverên vî ziman î, dive xwe nîşan bide. Dive em li bendê nebin ku kesek ji derve were û li me re ferhenga peyvan binvîse, rêzimanan amade bike û HWD . Dema ku hin kesayetên wekî Mayl Çayit, Krîstîyen Alîson, Kilmans Iskalbêr, Boçniska , Jois Blo û dehan kesên  ne Îranî din ku dereceya doxtiriya zimanê kurdî girtine bi kurdî pirtûkan dinvîsin û êdî peywia me kifş e.

Kurdprês:  Jib o ku we îro em pejirandin kêfxweş im eger gotineka we bi xwîneran re heye kerem kin bêjin?

Hêvîdar im şahidê ava bûyîna beşa ziman û wêjeya kurdî di zanîngehên Îranê de bibin. Werin em li hemû zimanan re rêz bigrin û zimanê xwe jî biparêzin.

 Çavkanî: www.kurdpress.com

Ji bo xwendina vê hevpeyvînê bi zimanê farisî li ser girêdana jêîn pêl bike!

 http://www.ronahiyadil.ir/fa/ziman/62-hevpeyvin.html

 

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh