Zimanê Kurdî

Lamara Paşayeva, Yekemîn Civaknasa Kurd

Lamara Paşayeva

Yekemîn Civaknasa Kurd

Lamara Paşayeva 77 salî yekemîn civaknasa Kurd e ku niha li bajarê Tiblîsê jiyan dike. Lamara 17ê çilleya sala 1940î li bajarê Tiblîsê di mala kurdên Êzidî ya Fareyê Bêmal û Gezoya Edo ji dayîk bûye. Malbata wê ji qebîleya Êzdiyan ya Reşan e. Wê sala 1975 dibistana Tiblîsê ya navîn a jimara 44an xilas kir. Piştre wê 5 salan li beşa Rojhilatnasiyê ya zanîngeha Tiblîsê ya dewletê xwend û sala 1946an beşa zimanê tirkî û dîroka Rojhilata Navîn bi serkeftî qetand.

Mijara teza dixtoraya wê " Malbat û deba hurumên navçeya Salkê " bû. Lamara mijara teza xwe viha rave dike: Wekî ku tê zanîn Komara Gurcîstanê, xasma bajarê Tiblîsê pirneteweyî ye. Di wê navçeya Gurcistanê de tevî neteweyên cihê – cihê hurum jî dimînin. Carina ji min dipirsin gelo çima min ev mijar ji bo xebata xwe ya zanistiyê hilbijartiye? Wê hênê(demê) wisa bû serokê fakulteya me ya zanîngehê wisa biryar kir, lê ez ya rast bibêjim ku mêla min ber bi irf û edet, Rê û resmên neteweyan pir hebû. Bona min balkêş bû ku bizanim gelo deba gelên cînar, rabûn û rûniştina wan wekî ya gelê me ye yan na. Min teza xwe ya zanistiyê sala 1970ê amade û pêşkêş kir, piştre dixtoraya dîroknasiyê wergirt. Ji wê şûnde ez bi pirsên civaknasiya gelê kurd ra mijûl bûm, û ew kar bû armanca jiyana min û hê jî berdewam dibe. Ez bi qasî 30 salan di nava lêkolînên xwe yên zanistiyê da, her tenê bi mijarên kurdnasiyê ra mijûl bûm.

Lamara  sala 1972an de wekî karnasê zanistî ya dîrok û civaknasiyê li enistîtuya Tiblîsê dest bi kar kir. Wê li destpêka sala 1990î xebata xwe ya li enistîtûyê wekî dersdarê beşa maf û aboriya bazirganiyê domand.

 

 

 

 

 

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh