Medya Kurdî

Sê pirtûkên kurmancî li Îranê çap bûn!

Ronahiya Dil-Beşa Kurmancî:  Sê pirtûkên kurmancî li Îranê çap bûn!

Li gor nûçeya malpera RonahiyaDil.ir’ê sê heb pirtûkên kurmancî ji aliyê weşanxaneya Emû Elewî va li Îranê hatin weşandin. Weşanxaneya Emû Elewî destûra çap û weşandina her sê pirtûkan ji saziya çand û rênimûna îranê wergirtiye.

Wan her sê pirtûkan yek werger e û du heb jî helbest in.

 

Pirtûka helbesta ya bi navê “ Şewata Mezin “ ku ji aliyê wergêr û helbestvanê dayîk bûyî ji Makûyê , Arxa Makûyî va hatiyê amade kirin, div ê pirtûkê da gellek helbestên balkêş hene ku kul û xema dil tînin ziman. Ev pirtûk di çarçoveya 80 rûpelan da ye.


Pirtûka duyem jî  pirtûka “ Ez û Bapîr ”  ku ew jî helbest e ji aliyê hûnermend û helbestvanê bajarê Şotê ku ser bi bajarê Makûyê va hatiye amade kirin, di vê pirtûkê da rêz û qedrê bapîr bi zimanekî resen û xwerû hatiye beyan kirin û pirtûk ji 52 rûpelan pêk tê.

Pirtûka sêyem jî  “ Mîrname “ ku nivîsa Jan Dost e , kurmancî li ser farisî hatiye wergerandin û weşandinê, wergêrê vê pirtûkê ji Tahir Agûr xelkê bajarokê Oregeliya ser bi bajarê Makûyê ye, ew pirtûk di 223 rûpelan da hatiye weşandinê.

Comments  

 
0 #1 Mihemed Hesko 2016-01-10 12:46
Dem baş birayên hêja û delal, di destpêkê de destxweşî û spasiya we dikim bo vî karê weyê pîroz,û her serkeftinê ji were dixwazim, malpera we gelek dewlemende û û renga û reng jî, wek destpêk gelek baş û balkêşe, pêdiviya xwendvanên kurd bi rengî malperan heye ji ber ku giştgîre û bê aliye, bijî bi we û her hebin.
Quote
 

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh