Medya Kurdî

Yekemîn motora lêgerînê ya bi kurdî an jî bi nave xwe yê “ nav-gund “ GOOGL’a KURDÎ

Ronahiya Dil / Ev demeke ku Lêgerîn û wêb portala kurdî Egerîn.com derketiye û her roj diçe bikarhênerên wê zêde dibin. Min biryar da ku ez ji bo cara yekem servîsên vê portal kurdî  ji bo kurdên Îranê bidim nasandin daku kurdên Îranê ji servîsên bê pere ên vê portalê sûd werbigrin û xebatên xwe li ser vê portalê bi du zaraveyên kurmancî û soranî biweşînin.

                                                                                 www.Egrîn.com                                                                

Egerîn bi xwerû kurdî ye û di serî de weke Google hûn dikarin agahiyên li ser înternetê bi dest bixin.  Teknilojiya vê weke Google’ê xûrt e û Egerîn yekemîn motora lêgerinê ya bi kurdî ye ku hemû malperên kurdî berhev dike û tine berdest.

Ronahiya dil - www. egrin.com

Hûn dikarin bi avayekê belaş ji bo xwe blog an email çêbikin, wekî mînak:

www.blog.egirin.com             email: Bu e-Posta adresi istenmeyen posta engelleyicileri tarafından korunuyor. Görüntülemek için JavaScript etkinleştirilmelidir.

Robotên Egerîn.com’ê vêga li ser malperên kurdî digerin û wan îndêks(kom) dikin, daku agahiyên hemû malperên kurdî li ser Egerîn.com’ê berhev bibin.

 

Hun ji xeynî agahî gerandinê dikarin email bi navê Germail ji xwe re vekin. Hun dikarin li ser navê xwe blog an jî malper vekin, nuça bişopinin, video temaşe bikin, li wêneyan bigerin. Hun dikarin bi hêsanî ji xwe re Egerîn hesab vekin û xwe bidin nasandin. Bi Egrîn Ferheng ku hêjî di cerbandinê de ye, hûn dikarin ji dehan zimanan wergerînin kurdî û ji kurdî wergerînin wan zimanan.

Bi teknolijiyeka pêşketî û xurt Egrîn servîsa nûçeyan bi kurdî dide. Egrîn Nûçe ji hemû ajans û nûçe portalên kurdî nûçeyan berhev dike û pêşkêş dike. Nûçeyên wê her tim tên nûkirin. Ji bo ku nûçeyan ji sîstema Android’ê re sepan hatiye çêkirin, ji bo iPhonê jî dir ê de ye.

Servisên wê

  • Motora Lêgerînê
  • Egerin Nûçe
  • Egerîn Ferheng
  • Egerîn Vîdeo
  • Egerin Blogs
  • Egerin Radîo
  • Egerîn TV

Ji bo xwendina vê nûçeyê bi zimanê farisî li ser girêdana jêr pêl bikin:

http://www.ronahiyadil.ir/fa/medya/71-egrin.html

 

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh