Medya Kurdî

Beşa kurmanciya SAHAR TV'yê jî vebû

Ronahiya Dil /Li gor raporta malpera Dibistan'ê kanala SAHAR TV ya Îranê biştî navbereka dirêj dîsa beşa Kurmanciya xwe vekir.

Li Îranê jî wekî gellek welatan TV`yên bi zimanên curbecur hene û yek ji wan jî TV`ya SAHAR`ê ye ku bi 6 zimanên kurdî, fransî, înglîsî, bosniyayî, urdûyî û azerî bernameyan belav dike. Beşa kurdiya vê TV`yê bi Kurmancî û Soranî dest pê kiribû

lê ji ber hin sedeman waşana wê hat rawestandin. Lê, niha dewlet pê hesiyaye û beşa kurmanciyê ji nû ve dest pê kiriye ku nêrînên xwe bi vî zimanî jî biweşîne.

Karê wê niha bi beşeka malperê dest pê kiriye û heya demekê hem malpera beşa kurmancî dê serbixwe be û hem jî bernameyên TV`yê bixwe dê bên weşandin.

Di çend rojên bihurî de jî fîlmeka sînemayî bi navê  " Henek qedexe ye " bi jêrnivîsa Kurmancî  di beşa Soranî de tê weşandinê.

Niha xebatên kanalê ji bo girtina karmendên karnas didome ku piraniya beşdaryiyan ji Kurdên eyaleta Xurasan û Orumye yê ne. Tê gotînê ku heta dawiya demsala havîne weşana Kurmanciya kanalê destpê bike.

Lînka beşa kurmanciyê ev e:

http://kurdish.sahartv.ir/news/kurmanc%C3%AE/192

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh