Medya Kurdî

Zarok tv weşana xwe destpê kir

 Ronahiya Dil/ Zarok TV kanalek kurdî ye ku bi ziraveyê kurmancî weşana xwe bi avayê testê destpê kirîye. Zarok tv kanalek kurdî ye ku yê bi tenê karton fîlmên bi zimanê kurdî biweşîne. Girîngiya wê kanalê ji bo kurdên rojhelatê Îrane ew e ku zarokên wan dikarin bi temaşe kirina karton fîlman baştir fêrî zimanê zikmakî  bibin, ango tê zanînê ku fêrbûna zimanê kurdî di dibistanên welêt de tune ye, lê ev kanal çavkaniyeka dewlemend ji  bo fêrbûna zimanê zikmakî ye.

Hebûna mahvareyan di seranserî  welatê Îranê de rastiyeke ku nayê înkar kirinê, ew yek ji bo zarokên kurd firsendek baş e ku bi temaşe kirina zarok tv’î yê him zimanê zikmakî baş fêr bibin him jî temaşe kirina karton fîlmên kurdî kêf bikin. Ji ber kû kurdên rojhelatê Îrane bi piranî ji televîzyonên tirkîye temaşe dikin dikarên zarok tv  ji li ser turksatê temaşe bikin. Zarok tv kanalak taybet e ku di Tirkiyê  de weşana xwe destpê kirîye û ji hember asîmîlasyona temen biçûk hatiye ava kirin. Ev kanal bi rîya mahvareyê de di seranserî gerdûn de weşanê dike.

Li aliyê rêveberiya malperê ve ji we kurdên hêja û bi rûmet rica dibe ku hinek ji dema xwe ku li temaşe kirina karton fîlmên kurdî re biqetînin û ligel zarokên xwe temaşe bikin. Mixabin ku ne tenê zarokên me  belkî mezinên me jî di nivîsandîn û xwendinina zimanê zikmakî de aciz in ji ber wê ev kanal ne tenê ji bo zarokan belkî ji bo mezînan ji çavkaniyeka dewlemend ji bo fêr bûna zimanê zikmakî ye.

Zarok peyvek kurdî ye  ku di zimanê farisî de wateya “ beçê” dide

Firekansên Zarok TV

Turksat

12729

30000      V

 

 

 

Comments  

 
+1 #1 Ronahiya Dil 2014-06-29 12:17
zarok tv pîroz be...
Quote
 

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh