Medya Kurdî

Sê pirtûkên kurmancî li Îranê çap bûn!

Ronahiya Dil-Beşa Kurmancî:  Sê pirtûkên kurmancî li Îranê çap bûn!

Li gor nûçeya malpera RonahiyaDil.ir’ê sê heb pirtûkên kurmancî ji aliyê weşanxaneya Emû Elewî va li Îranê hatin weşandin. Weşanxaneya Emû Elewî destûra çap û weşandina her sê pirtûkan ji saziya çand û rênimûna îranê wergirtiye.

Wan her sê pirtûkan yek werger e û du heb jî helbest in.

Domîna wê bixwîne: Sê pirtûkên kurmancî li Îranê çap bûn!

Radyo RIA TAZA, radyoyeka kurmancî li Moskovayê

Ronahiya Dil / Radyo RIA TAZA ( Riya Teze ) radyoyeka kurdî kurmancî ye ku li Moskovê paytexta Rûsyayê weşana xwe dike.

Ji bilî nûçeyên rojane li cîhan û kurdistanê, li gor pêdiviyên civakê, di  beşên ziman û perwerde, wêje, zargotinê, dîrokê, hunurmendiyê, tendûristiyê, sporê û hwd da jî weşanê dike.

Navnîşana malpera radyoyê : http://www.riataza.com/index.php

 

Agahiyên berfirehtir di vê barê da, wê di nêz de bê weşandinê.

Daxistina Programa Pir Zimaniya WQ Ferheng ji bo Kompîter û Telefonên Bêrîkan

 Ronahiya Dil / Programa pir zimanî ya WQ Ferheng ku ji aliyê Kurdekî bi nave Fatîh Aydin ve hatiye çêkirin, bingeha wê li ser zimanê kurdiya kurmancî, kurdiya soranî, fransî, îngilîzî, tirkî, erebî û çend zimanên din e.  Ew program ji bo kompîtêr û telefonên bêrîka hatiye amade kirin, hûn dikarin vê programê daxînin û li ser amûrên xwe saz bikin û bi hêsanî wateya peyva peyda bikin.

Domîna wê bixwîne: Daxistina Programa Pir Zimaniya WQ Ferheng ji bo Kompîter û Telefonên Bêrîkan

Yekemîn motora lêgerînê ya bi kurdî an jî bi nave xwe yê “ nav-gund “ GOOGL’a KURDÎ

Ronahiya Dil / Ev demeke ku Lêgerîn û wêb portala kurdî Egerîn.com derketiye û her roj diçe bikarhênerên wê zêde dibin. Min biryar da ku ez ji bo cara yekem servîsên vê portal kurdî  ji bo kurdên Îranê bidim nasandin daku kurdên Îranê ji servîsên bê pere ên vê portalê sûd werbigrin û xebatên xwe li ser vê portalê bi du zaraveyên kurmancî û soranî biweşînin.

Domîna wê bixwîne: Yekemîn motora lêgerînê ya bi kurdî an jî bi nave xwe yê “ nav-gund “ GOOGL’a KURDÎ

Beşa kurmanciya SAHAR TV'yê jî vebû

Ronahiya Dil /Li gor raporta malpera Dibistan'ê kanala SAHAR TV ya Îranê biştî navbereka dirêj dîsa beşa Kurmanciya xwe vekir.

Li Îranê jî wekî gellek welatan TV`yên bi zimanên curbecur hene û yek ji wan jî TV`ya SAHAR`ê ye ku bi 6 zimanên kurdî, fransî, înglîsî, bosniyayî, urdûyî û azerî bernameyan belav dike. Beşa kurdiya vê TV`yê bi Kurmancî û Soranî dest pê kiribû

Zêdetir Bixwîne ...Beşa kurmanciya SAHAR TV'yê jî vebû