Xabata vê malperê di çarçoveya qanûna Komara Îslamiya Îranê de ye! | HÛN BI XÊR HATIN

Occo Mahabad ...Wisa...

 Wisa...

Helbest ji Occo Mahabad

Min bi maçên xwe sor bike
Min bi maçên xwe biêşîne
Wisa biêşîne ku ew êş bi mehan derbas nebin
Di bedena min de
Bi min re bijîn
Min bi gezên xwe qulqulî bike
Min bi gezên xwe parçe parçe bike
Wisa gez bike ku ew birîn bi salan derbas nebin

Di bedena min de
Bi min re bijîn
Her maç her gez
Bibe hêstir bibe hesret
Te bîne rihê min ê birîndar
Te bîne hişê min ê tevlihev
Te bîne bedena min a êşbaz

Occo Mahabad

 

Comments  

 
0 #1 Mihemed Hesko 2016-01-10 12:56
gelek watedare û det ne êşin û her hebî
Quote
 

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh