Çanda Kurdî

Rewşa Dîrokî û Erdnîgariya Kela Dim Dim'ê

Tomar kirin: Elî Mîlan – Werger ji farisî: Ronahiya Dil

Navnîşanên erdnîgarî yên  Kela Dim Dim’ê

Kela Dim Dim yek ji avahiyên beriya Îslam’ê û rûpeleke zêrîn li dîrok û egîtiya gelê Kurd di parastina sînorên Îranê de ye û temenê vê li gor hin jêderan dighêje serdema Sasaniyan. Ev kela ku li ser riya Urmiye – Mehabad nêzîkî gundê Balanûş’ê ye, bi bihortina dem hilweşiyaye û tenê hin bemayiyên kêm ji vê mane. Pozîsyona erdnîgariya kelê bi avayekî ye ku li ser riya berhemên şaristanî û dîrokî wekî Tepê Hesenlû, Kevirnivîsê Kela Şîn, Qebrê Fre Vertîş, Kela Textê Silêman û berhemîn şaristanî yên Kîrmaşanê ye.

 

Emîr Xanê Lepzêrîn

Emîr Xanê Lepzêrîn ji kurdên eşîreta Biradostê bûye ku di serdema Şah Ebbas de serdestiya  wilayetên Urmiye û Şino di bin kontrola wî de bûye.

Emîra Xan mirovekî netirs û egîd bûye ku de şerekî de destekî xwe wînda dike, Şah Ebbas ji ber  ked û qehremaniya wî di parastina sînorên Îranê de destûr dide ku destekî zêrîn ji bo wî çêkin, li wir pêve nave wî dibe Emîr Xanê Lepzêrîn.

Sedemên şoreş û serkut kirina gelên Kela Dim Dim’ê

Kenardayina mezheba sun’iyan û fermîkirina mezheba şî’î bi destûra Şah Ebbas, xêzikên siyasî û mezhebî yên Sefewiyan bi kurdan re, dûrhîştina kurdan li hikûmeta navendî rê li ber hin aloziyên siyasî û mezhebî di navbera kurdan û Sefewiyan de vekir û yek ji helwestên wê şoreşa Kela Dim Dim bû.

 

Şoreşa Dim Dim

Emîr Xanê Lepzêrin di demeke kind de Kelê bi avayekî xurt û berfireh ji bo parastina sînoran ava kir û pişt re ji bo ewlehiya  gelên navçeyê  û parastina wan ew di kelê di cih dan, kele tijî ji xwarin û pêdivîyên jiyanê kir û hin çekdar jî  ji bo parastina kelê peywirdar kirin.

Dema ku nûçeya xurtkirina kelê di her deverê belav bû, li gor nivîsên Îskender Mûnşî Pîrbûdaq – waliyê Tewrêz û derdora wê,  yek ji wan kesên ku bûye sedema êrîşa li dijî kurdan – hin kes ji bo tehrîkkirina Şah Ebbas şand û bi wir û derewan kele çêkirina Emîr Xan gavek ji bo rizgar kirina Kurdistan’ê dan xuya kirin  ku dê bibe sedema bêhêz bûna Sefewiyan di bakurrojhilatê Îranê.

 

Bi vî avayî Şah Ebbas di mijdara 1609’ê zayînî ji bo serkut kirina kurdan Qulî Xan şand ku wî şikest xwar, û pişt re wezîrê mezin ê xwe Hetem Beg ji bo serkut kirina şoreşê şand û şerekî dijwar û ne beramber di navbera Sefewiyan û Kurdan de destpê kir, leşkerên Şah Ebbas kele dorpêç kirin.

Di vî şerî neberamber de li gor hin rîwayetan, di destpêkê de Emîr Xan şandekî ji bo muzakireyê dişîne cem sefewiyan, lê him ew û him jî alîgirên wî li xiyaneta Şah dihesin û berxwedanê li ser radest bûnê re dizanin û li hemberî wan leşkerên giran jiber xwe didin. Leşkerên Şah Ebbas her car ku êrîşî ser kelê dikin li hemberî pozîsyonên taybet ên kelê  û qehremaniya gelê kelê têk diçin. Yek ji şêwirmendên Şah Ebbas pêşniyariyê dide wî ku gelê kelê ji tîbûn û biçîbûnê neçarî radestî an helaketê bikin. Şah Ebbas vê pêşniyarê dipejrîne û nêzîkî kelê kon vedigire. Piştî çend rojan ku pêdivîyên xwarinê xelaz dibin, û tu nûçeyek li radest bûn an mirana Emîr Xan û alîgirên wî dernakeve, êdî Şan li bidest xistina kelê bê hêvî dibe, daku yek ji hundir kelê tê li cem Şah Ebbas û xiyanetê bi wan ra dike û riya radest bûna Emîr Xan û gelê kelê ji wan re dibêje, ew dibêje ku niştecihên kelê pêdivîya wan a xwarinê bi qasî çend mehan heye, lê tenya riya radest bûna wan qutkirina ava ku ber bi hundir kelê ve diherike ye. Li gor vê pêşniyarê Şah Ebbas bi alikariya wî kesî çavkaniya wê avê peyda dike û avê li ser kelê de qut dike. Piştî tîbûna çend rojan Emîr Xan û gelê kelê heta dilpoa xwina xwe ya dawî şer dikin û di vê riyê de şehîd dibin. Di dema ketina kelê Xatûn Xan hevjîna Emîr Xan ligel jinên din xwe di kelê de di'avêjin daku bi saxî nekevin dest leşkeran.

Piştî kuta bûna şer Şah Ebbas sere wî kesî ku xiyanetê bi gelê kelê re dike ji benedê cuda dike.

Dûhatên Şoreşa Dim Dim’ê

Li pey şikesta Emîr Xan, Şah Ebbas fermana komkujiyê di Bradost û Mokriyan de dide û êla tirka a Efşar di navçeyê de cih dide û gelek êlên kurdan jî koçberî Xorasanê dike. Tenê du emaret ji vê kelê mabûn ku serokên Biradost’ê di wan de li hemberî Sefewiyan şer kirin. Di sala 1729’ê zayînî Nadir Şahê Efşar, Yûsiv Paşayê Osmanî di Dim Dim’ê de têk dibe û destûr dide ku Kelê Xirab bikin.

Li berovajî gotinên Îskender Beg û E’dîb û Şo’era ku şoreşa yekem a Dim Dim encama xiyanet û  talankariya kurdan dizanin, di rîwayetên folklorî yên kurdan û berhemên wêjeyî  yên dîrokî de ev şoreş wekî berxwedana kurdan li hemberî dagirkeriya biyanî tê zanin.

 Jêder:

www.alimilan.blogfa.com


Ji bo xwendina vê gotarê li ser zimanê farisî li ser girêdana jêrîn pêl bikin!

 http://www.ronahiyadil.ir/fa/cand/74-keladimdim.html

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh