Çanda Kurdî

Bîranînek ji Radiyo Kurdiya Yêrêvanê

Ronahiya Dil / Di hal û heyama şerê sar di navbera dû ewir zordarên gurdûn yanê Emerîka û Şûrevî, li yek ji komarên biçûkê Şûrevî bi nave Ermenîstanê , di paytexta wê Yêrêvanê de , di destpêka sala 1955 beşa kurdiya radiyo ya Yêrêvanê weşana xwe destpê kir. Di wê heyamê de xêyrî zimanê Ermenî bi zimanê din tu bernameyên wê tunebûn ta ku weşana bernama bi zimanê Kurdî û Erebî destpê kir. Beşa Kurdî di dema desthilatdariya Xrûşçof bi zehmetên zêdeyên hîn kesan wekî Hecî Cindî, Casim Celîl, Xelîl Miradof û Amine Evdal hate ava kirin. Casim Celîl yekemîn serokê beşa Kurdîya radiyo ya Yêrêvanê bû,

piraniya deng û avazên Kurdî di dewrana seroktiya wî de hate  qeyd û kom kirin. Biştê wî Xelîl Miradof bi qasî 24 salan, ji 1957 heya 1981 rêvebirê beşa Kurdî bû, hewsera wî Ezînfa Reşîd biştî pêşkêşvaniya salan, di sala 1982 an de bi sedema kal bûnê dest jê pêşkêşvaniyê kişand.

Di wê heyamê de ku Xelîl Miradof serokê beşa kurdiya rodiyo Yêrêvanê bû, hin hûnermend wekî Karapêtê Xaço, Aram Tîgran, Sêyêdê Şemdîn, Xana Zazê, Şêroê Biro, Fatime Îsa, Aslîka Qadir û Hwd bi dilqeşê xwe radiyo girêdayî guhdaran dikirin.

Wêneyek ji hîn karmendên beşa Kurdiya radiyo ya Yêrêvanê:

 

(Yêrêvan xeber dide, guhdarên ezîz, bibihên  xeberdana me bi zimanê kurmancî…)

Ewa yekemîn hevok bû ku ji bo cara yekem di sala 1955 an de ji alîyê pêşkşvanên bêşîn ê radiyo, Hecî Cindî û Zînva Îva gehîşte guhê guhdaran.

Kerem Seyad pêşkêşvaniya radiyo yê dike:

Kerem Seyad di wê bare de dibêje ku di destpêkê de sê an çar kes di radiyo yê de mijûlî kar bûn lê bi zêdebûna dema weşana wê heya siet nîvê hejmara xebatkaran gehîşte diwanizdeh kesan. Radiyo di sala 1961 pêşbazîyek bi rê xist kû 25 ciwanên Kurd beşdarî wê bûn. Ezînfa Reşîd û Soaza Evdo pêşkşvanên jin û Kerem Seyad û Emîn Sîdar jî pêşkêşvanên mêr hatin hibijartinê. Sîdar emîn dibê ku xwedî dengekî xweş ji bo pêşkêşvanî bû lî tenê salekî di radiyo yê de pêşkêşvanî kir ji ber ku zanîstên wî yê zimanê kurdî zeîf bûn. Rêvebirên radiyo ya dengê Yêrêvanê di dirêjahiya salên weşanê de, Casim Celîl, Xelîl Miradof, Ehmed Gogê, Tîtal Kerem bûne û aniha jî Kerem Seyad rêvebirê wê ye.

 

Cemîle Celîl qîza Casim Celîl ku salan di radiyo yê de berpirsê beşa çandî û hunerî bû, sala 2011 hevpeyvînek ligel yek ji malperên Kurdî kiribû, derbarê bernameyên radiyo Kurdiya Yêrêvanê wisa dibêje: Bernameyên serekeyê radiyo yê nûçe û analîza mijarên girîngê sîyasî û her wisa sîyaseta dewleta Şûrevî bû, nûçe bi zimanê Rûsî ji Moskovê dihatin û di radiyo yê de ji alîyê xebatkaran wedgerandin li ser kurmancî û diweşandin, di Ermenîstanê de ajanseka nûçeyan hebû ku me nûçe lê wê ya digirtin, rûdanên girîng ku di Ermenîstanê de diqewimîn jî diweşandin, rewşenbîrên me derbara gundan û jîyana Kurdan, derbara karkeran û kesên seketî ku  karibûne nedevana seketinê bi dest bixin jî nivîs dinvîsîn û me ji biştî binhêrandinê ewna di radio yê de diweşandin. Lê karê herî girîngê radiyo yê qeyd û weşandina mûzîk û avaza Kurdî bû ku alîgir tirin beşa radiyo yê bû, em diçûn ew gundên ku Kurdan tê de jîyan dikir û kesên ku avaz û dengên Kurdî zanibûn û bi dengê xweş danîn ziman, dengê wan qeyd dikir û di radiyo yê de diweşand.

Bi ji hevqetîna komarên yekbûyî yê Şûrevî di sala 1991 û deketina pirskirêkên aborî û bêkarî, radiyo bi betlanê vr rû bi rû ma ku  xebatkarên wê nikaribûn maaşa xwe bigirin û piraniya wan ji radiyo yê derketin. Dewleta Ermenîstanê jî nikaribû ji alîyên malî bernameya temîn bike, di encamê de dema weşana benama bi zimanê Kurdî ji siet nivê, di sala 1955 kirin sietekê û biştî wê jî di sala 1996gehîşte 45 deqa û biştê wê jî heya nîv sietê hate kêm kirin  heya roja îro. Aniha hejmara xebatkaran tenê şeş kese. Kerem Seyad di vê bare de dibêje:  Radiyo heya deheyê nodî yê milady yek siet û nîv bernameyê wê hebû lê bi sedema pirskirêkên aborî aniha bi qasî nîv sietê weşana Kurdî heye. Ew her wisa dibêje ne tenê beşa Kurdî belkê weşana radiyo yê bi zimanê din heta zimanê Ermenî jî , ji dema bernameyên wê hatiye kêm kirinê.

Radiyo ya netwiya Ermenîstanê aniha bi 12 zimanan yek ji wan Kurdî weşanê dike. Beşa Kurdiya rodiyo Yêrêvanê aniha bi rêvebertiya Kerem Seyad û keç û kurê wî Lêyla Kerem Û Tîtal Kerem û her wisa Sîma Semend û hin deman jî Cemîle Celîl qîza Casim Celîl, her roj bi qasî nîv sietê weşan dike.

Kerem Seyad bi qasî 41 salan di radiyo yê de xebat kirîye, salên bêşîn ê ava kirina radiyo yê wisa destnîşan dike: Di nav Kurdên Ermenîstanê de radiyo ya her kesî tunebû, di gundê me de tenê radiyoyek hebû ku girêdayî bilind gotineka mezin di navenda gund de bû û gel dema destpê kirina nûçe û bernameyên din li dora hev kom dibûn û bi kelecanî guhdarî dikirin.

Ji sala 1955 heya sala 1961 radiyo her hefteyê sê caran û har care bi qasî 15 deqan weşan dikir. Ta ku bi destûra komîta rêxistina partiya Komonîsta û bi tewsîyeyên Melle Mistefa Barzanî ku berya wê di sala 1958 serdanî beşa Kurdiya radiyo ya Yêrêvanê kiribû, soz dabûn berpirsên radiyo yê ku di pêşberî rayedarên Şûrevî mijara zêde kirina dema weşana radiyo yê bînin ziman. Di encama wê de weşana radiyo yê heya yek siet û nîv hate zêde kirin. Radiyo di çend salan de di nav Kurdên Kurmancî zimanê navçeyên asiya navîn de  ku Kurd lê niştecîh bûne alîgirên zêdetir ji bo xwe peyda kir û guhdarên wê bi rîya name  û biştve bi rîya telefone ligel radio yê diketin peyvendiyê. Beşa çandî û huneriya radiyo yê ligel sitranbêjan hevpeyvîn dikir û sitranên wan diweşand kiribû ku alîgirên zêdetirî  bigire ser xwe.

 Werger ji Farisî: Ronahiya Dil

 

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh