Çanda Kurdî

Medreseya Sor

Ronahiya Dil/ Medreseya Sor,yek ji nasnameyên dîrokî û çandiya gelê Kurd e, cihekî dîrokî û kevnare li Cizîra Botan e  ku di bakurê Kurdistanê di eyaleta Şirnaxê, bajarê Cizîrê de ye. Medreseya Sor ji aliyê Emîr Şerefê Duyem ve hatiye avakirin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredînê kurê Emîr Şerefê Yekem ê kurê Emîr Alî Begê kurê Mecdedîn e. Cizîr, 1475'an de ketiye bin destê Aqoyunîyan de. Di wî demî de Mîrên Cizîrê tevde hatine sirgûn kirin, gelek ji wan jî hatine kûştin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredîn 1508'an de berya ku bi alîkariya gelê Botan û gelên cînar dîsa Cizîr ê vegirbigre dua dike ku Xwedaya eger ez dîsa Cizîr ê verbigreim, ez e mizgeft e kî ji te ra çê bikim. Cizîr te vergirtinê û Medreseya Sor tê çê kirinê ku di hundir wê de mizgeftek jî heye .Di nava gel de bi “Medresa Sor” tê navkirin. Medreseya Sor li roj avayê Cizîrê li ser sûrhê hatiye avakirin.

Ji ber ko bi pirnî bi toxlayên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Medrese ji aliyê rojhilat ve 18,95 m ji erdê bilind e, bes binetara wê jî 1,10 m ji erdê bilindtir hatiye danîn. Aliyê wê yê başûr bi sê eywan e û mizgefta medreseyê jî di wê beşê de ye. Tirbeya Mela Ehmedê Cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye.Li aliyê medresê yê bakûr sê eywan hene, ya aliyê çepê 3,45 m vekiriye û mîhraba wê ya zivistanî jî heye. Eywana aliyê rastê 3,46 m, ya nêvê jî 5,19 m vekiriye.Tê gotinê ku Mellayê Cizrî di medreseya sor de şagirdên xwe dielimand. Rêstorasyona dawiya Medresê yê di sala 2008'an de pêk hatîye.

Hin wêneyên Medresa Sor:

Add comment

Bi kerema xwe nêrînên xwe bi zimanê kurdî binvîsin! Di vê beşê de tenê nêrînên bi kurdî tên weşandinê!
Têbinî: Nêrînên farisî di beşa farisî, nêrînên kurdî ji di beşa kurdî de tên weşandinê!


Security code
Refresh