زبان کُردی

دستور زبان (1) : ضمایر پرسشی در کردی کرمانجی

روناهیا دل / دستور زبان کردی کرمانجی (1) : بررسی مبحث ضمایر پرسشی در کردی کرمانجی

Cînavên pirsiyariyê

Cînavên pirsiyariyê di hevokên pirsiyarî de, şûna navan digirin û li gor pêkhatina hevokê carna  berkar û carna kirde ne. Cînavên pirsiyariyê ev in:

ضمایر پرسشی: ضمیر پرسشی در جمل پرسشی جای اسم را می گیرد و براساس محتوای جمله بعضی وقت ها جای مفعول و فاعل را هم می گیرد، مانند:

چه کسی(مذکر) kî - چه کسی (مونث) kê - کدام یک kîjan -

 

Kî چه کسی/مذکر, kê چه کسی/مونث  , kîjan کدام یک , çi چی , çend چند , ku کجا , çima چرا , jiber çi بخاطر چی ,çawa چگونه ,

kengî کِی , ji kengî ve از کِی , li kuderê در کجا , bi kuderê ve با کجا ,  ji kuderê ve از کجا , di kuderê re در کجا , di kuderê de در کجا , ma مگر ,...

 

Kî ( ki )?  چه کسی   

Ev cînav di hevoka pirsê de şûna navê mirovan digire. این ضمیر در جمله بجای اسم انسان ها می آید

Di lêkerên derhingêv de: در افعال صرف شده

Buhêrk زمان گذشته

Kî?   şûna berkarê durust digire. Mîna:  در زمان گذشته ضمیر پرسشی جای مفعول را می گیرد، مانند

Te kî (ki) dît.? تو چه کسی را دیدی؟

We kî(ki) tirsand? شما چه کسی را ترساندید؟

Nihok زمان حال

Kî?  şûna kirde digire. Mîna: در زمان حال ضمیر پرسشی جای فاعل را می گیرد

Kî sêvê dixwe? چه کسی سیب را می خورد؟

Kî bersiva min dide? چه کسی جواب مرا می دهد؟

Pêşedem زمان آینده

Kî?  şûna kirde digire. Mîna: در زمان آینده ضمیر پرسشی جای فاعل را می گیرد

Kiyê ( kî dê ) pirtûkê bixwîne? چه کسی کسی می خواهد کتاب را بخواند؟

Kiyê ( kî dê ) min bigire? چه کسی می خواهد مرا بگیرد؟

Di lêkerên nederhingêv de

Kî?  Herdem  kirde ye.

Kî hat gund?

Kî diçe bajêr?

Kiyê biçe bajêr?

Kî? Tê tewandinê û dibe (kê?).

 

Kîjan? 

 

Ev cînavê pirsiyarî ji van bêjeyan tê bikaranînê: (kî, ji, van, yek) yan jî, (kî, yek, ji van) û li gelek deverên Kurdistanê , bi van awayî tê bikaranînê: kîjan, kujan  yan jî, kîjik.

 

Ev cînav jibo kes û tiştan tê bikaranînê. Kîjan, li gor navdêra ku şûna wê digire tê tewandinê û bi navê nêr re dibe: Kîjanî û bi yên mê re dibe: Kîjanê. Bi koma herdu zayendan re dibe:  Kîjanan. Mînak:

 

Kîjanî ji van Azad dît ?

 

Kîjanê tu dîtiî ?

 

Kîjanan pez çêrand ?

 

Bi lêkerên derhingêv re

 

Buhêrk

 

Di dema berê de şûna kirde û berkar digire.

 

Kirde

 

Di vê rewşê de, kîjan tê tewandinê:

 

Kîjanî kirî ?                                                       

 

Kîjanê got ?                                                        

 

Kîjanan dît ?  

 

Berkar

 

Di vê rewşê de, kîjan nayê tewandinê:

 

Te kîjan pirtûk kirî ? 

 

Te kîjan keç dît ?                                     

 

Te kîjan xort dît ?                                    

 

Lê dema Kîjan dibe berkarê nedurust, tê tewandinê. Mîna:

 

Te li kîjanê xist ?                                              

 

Te ji kîjanî pirsî ?     

 

 

 

Nihok û pêşedem

 

Di şûna kirde de kîjan nayê tewandinê. Mîna:

 

Kîjan dikire ?

 

Kîjan dê bibîne ?

 

Lê di şûna berkar de tê tewandinê:

 

Tê kîjanê bibînî ?                                          

 

Tu ji kîjanî hez dikî ? 

 

Ewê  kijanî bikire ?                                       

 

Emê ji kîjanî bipirsin ?                              

 

 

 

Bi lêkerên nederhingêv re

 

Herdem kirde ye û nayê tewandinê:

 

Kîjan hat ?    

 

Kîjan diçe ?

 

Kîjan dê bê ?                                                                                                                               

 

 

 

 

 

Kê?

 

Ev cînavê pirsiyarî şûna navên mirovan digire.

 

 

 

Di lêkerên derhingêv de

 

Buhêrk

 

Di dema berê de, kê şûna kirde digre:      

 

Kê got ?

 

Kê kiras kirî ?

 

Nihok û pêşedem

 

Kê şûna berkarê durust digire:

 

Tu kê dibînî?

 

Tê kê bitirsînî ?

 

Di herdeman de (kê) şûna berkarê ne durust digire. Mîna:

 

Te li kê xist ?

 

Tu ji kê dipirsî ?

 

ewê ji kê bipirse ?

 

Kê, bi lêkerên nederhingêv re nayê bikaranînê.

 

Cînavê pirsiyariyê ( kê ), (kî)  bi xwe ye di awayê tewandinî de ye.

 

 

 

Ku?

 

Ev cînav şûna navê cih û deveran digire. Mîna:

 

Tu li ku bûyî ?

 

Tu ji ku tê ?

 

Ku dever xweş e ?

 

Cînavê ku  ji avêtina bêjeya (dever) ji kudever hatiye kurtkirinê.

 

Tu ji ku yî ?      

 

Tu ji kudeverê yî ?        

 

Tu ji kuderê yî?

 

Carna cînavê kîjan  cihê (ku) digire û kîjan der tê bikaranînê, yan jî, (kî) û dibe kîder. Ev cînav   bi daçekan re tên bikaranînê: Ji kîderê? Ji kuderê? Di kîderê de?

 

Di kuderê de? Bi kuderê ve?  Bi kîderê ve? Di kuderê re? Di kîderê re?

 

 

 

Çi?

 

Ev cînav, di hevoka pirsê de, şûna navên bêgiyan (bêrih ) digire.

 

 

 

Di lêkerên derhingêv de

 

Herdem berkar e. Mîna:

 

Te çi kirî ?              

 

Tu çi dikirî ?                                                           

 

Ewê çi bikire ?                                                      

 

Tu li çi dixî ?

 

Ewê li çi bixe? 

 

Te li çi xist ?                                                                                                                                               

 

 

 

Di lêkerên nederhungêv de

 

Herdem şûna kirde digire. Mîna:

 

Çi hat ?        

 

Çi diçe ?                                                                   

 

Çiyê biçe ?                                                               

 

Cînavê pirsiyariyê (çi) bi bêjeyên din re tê bikaranînê û cînavên  pirsiyariyê çêdike:

 

Bi cînavê (ma) re dibe:  Çima?

 

Ma tu hatî ?            Çima tu hatî ?

 

Ma tu lal î ?             Çima tu lal î ?

 

Ma tu bindest î ?       Çima tu bindest î ?

 

Bi cînavê (ma) mirov pirs dike jibo ku agahdarê tiştekî bibe. Lê dema çi bi ma ve dibe, mirov haydar e ji wê agahiyê, lê dixwaze nepejirîne û  neqayîlbûna xwe liser diyar bike. Yan jî, sedem û egerên wê agahiyê bizani be:

 

Ma tu kurd î ?            Çima tu kurd î ?                                      

 

Çi, bi bêjeya (awa) ve dibe çi awa û çawa tên çêkirinê . Bi cînavê pirsiyarî ( çawa ) miriv li hal û rewşa tiştekî, mirovekî, kesekî (mirov, candar) dipirse:

 

Tu çawa yî ?

 

Hespê te çawa ye ?

 

Xaniyê te çawa ye ?

 

Rojên te çawa derbas  dibin ?

 

Tu çawa debar dikî ?

 

Çi , bi daçekên  " jibo, jiber, jibona" re tê girêdanê û cînavên pirsiyariyê " jibo çi?  jiber çi? jibona çi " çêdike. Bi van cînavan em sedem û egerên tiştan dipirsin:

 

Jiber çi tu duh nehatî malê ?

 

Jibo çi em bindest in ?

 

Jibona çi ev kuştin û talan ?

 

 

 

Çend? 

 

Ev cînavê pirsiyarî şûna hejmarnavan digire:

 

Te çend gul jê kirin ?

 

Te çend keç dîtin ?                                          

 

Çend gerîla hatin gund ?

 

Çend gundî çûn şoreşê ?                

 

Tu çendan dibînî ?                        

 

Cînavê pirsiyariyê (çend) tenê , di koma herdu zayendan de tê tewandinê:

 

Te ji çendan pirsî ?

 

Tu çendan nas dikî ?

 

 

 

Çend, carna cînavê nependî ( nebinavkirî ) ye:

 

Min çend şoreşger dîtin.

 

Ez çend rojan li gund mam.

 

Di vir de (çend) bi wateya ( hinek ) tê û wateya xwe ya pirsiyariyê winda dike.

 

 

 

Kengî?

 

Bi vî cînavê pirsiyariyê , mirov li dem û çaxê buyerekê dipirse:

 

Kengî tê bê(yî) mala me?

 

Kengî emê hev bibînin? 

 

Kengî tu çûyî gund ?

 

Kengî, bi daçeka (ji.... ve) cînavê pirsiyarî ( ji kengî ve ) çêdike:

 

Ji kengî ve tu neçûyî welat ?

 

Ji kengî ve tu li vir dimînî?

 

Ji kengî ve dibistana we dest pê kiriye ?

 

 

 

Ma?

 

Bi vî cînavê pirsiyariyê mirov liser tiştekî agahdar dibe:

 

Ma tu dizanî bi kurdî bixwînî?

 

Ma ev çi rewşa  em tê de ne ?

 

Ma tu hozan î ?

 


Gelo?

 

Ev jî , mîna " ma" ye û carna pê re tê.

 

Gelo! Emê bi ser kevin?

 

Gelo! Ew çû welat ?

 

Ma gelo heye em rizgar bibin?

 

Ma gelo heye em bibin xwedî welat ?

 

 

 

 

اضافه کردن نظر

لطفا دیدگاه خود را به زبان فارسی بنویسید! از انتشار دیدگاه ها به غیر از زبان فارسی در این بخش معذوریم!
توجه: دیدگاه های فارسی در بخش فارسی و دیدگاه های کُردی در بخش کُردی منتشر می شود!


کد امنیتی
تازه کردن