• RAW format(not clean tags)

Design by Za Studio


لاپه ره ێئ سه ره که | ھوون بە خێر ھاتن ؛ ئێرە بەشی سۆرانی مالپەری رۆناھیا دڵە.

Riya Bexteweriyê

Riya Bexteweriyê...

Helbest ji Arxa Makûyî

 

Bavê min gotê bo jiyanek bextewer

Divê em ji welêt zû herin der

 

Bi şev û bi roj ketin li ser rêyan

Bûn hêsîrê wan bê bav bê dêyan


Li me girtin mal û can bi erzanî

Min dergûşa dayîkê de serî danî

 

Bi lorîka razê berxêm razê rê dûr e

Keştî li me qelibî behra tirka kûr e

 

Min can da tev dayîk û bira

Pişti mirina me deng derket ji gura

 

Dema mirina min deng da çar hêlan

Deryayê de ji xwe şerm kir pêlan

 

Ev helbest ji bo bîranîna " Alan " zarokê kurd ku termê wî di beravê de hat dîtin hatiye gotin.

 Havîna 2015

 

 

 

Add comment


Security code
Refresh